SIVAN PERWER; KÜRD MÜZIK BABASI
YERINI ASLA KIMSE DOLDURAMAZ BENIM DEYIMIMLEN KÜRD MÜZIK BABASI KENDI HAYATINI KÜRDLERE ADAMIS,KAC KISI DAHA SENIN GIBI OLSAYDI BUGÜN HALIMIZ BASKA OLURDU.
Sivan Perwer, 23 Aralik 1955’de Urfa’nin Siverek ilçesine badli Sori köyünde dogdu. Babasi bir müzisyen ve ozandir (Belurvan ve Dengbej’dir).
Çocukluk yillarinda, dengbejler oturup, saatlerce tarihi halk klasiklerini (Siyabend u Xece, Evdalê Zeynikê, Eysana Ibê, Ceferê Qereçî, Zîr û Qeda, Teyyar û Ziîver, Derwêsê Evdê, Erebê Bêmal, Delalê Qerecedaxî, Lavkê Metînî, Delalê sexê Stranên Gowend) sesli bir biçimde okurlardi. sivan Perwer bu ortamda yetisti. O, küçük yaslarda türkü söylemeye basladi. Çok küçük yaslarda bunu yapan sivan’i dinleyen insanlar, bazen böyle küçük bir çocugun büyük olaylar yasamasina sasiriyorlardi. Profesyonel olarak 1975’de sanata baslayan sivan, düzenli olarak çalismalarina devam ediyor.
SIVAN KENDI HAYATINI KENDISI ANLATTI
Sivan Perwer :
Rojbas gelekî bas e. Ez dixwazim tu wê röportajê bidî rupelê pêsiyê û bi derheqê wê de tu bi xwe jî komentarekê bikî, wekî yorumekê tu bi xwe çêkî. destnivîsê de. Tu niha bipirse û ez bêjim.
Niha berî her tistî ez rojbas pîroz dikim û dibêjim rojbas! Navekî gelek xwes e, hêvîdarim berfereh bibe û bê naskirin li herderî.
Ez bawerim qasî çarek asre ku di vê holê de xebatê dikim, ku hun jî dinasin, dizanin. Sala 1955’ an li ez li gundê soriyê, di navbera Rohayê û Diyarbekirê, nêzî Wêransehrê çêbûme. Saleke gelek sar bû, jê re dibêjin berfa sor. Ez di meha kanûnê de çêbûme û li derdorê me her sêwe xezeb û bahoz hebûn. Yanî hun sermayê bigirin, serma him tebieti him jî insanî , hun jî dizanin, ew zehmetê li ser miletê kurd , yê di jî ji wî zehmetî miletê kurd pisikolojikî jî xwe rehet ne didît, tim di bin tirsê de dijî. Ez li wê derê çêbûm. Ji vi wî, ew tirs û problem û nerehetiya hergav ewê dilê kurdan birîndar kiriye.
Ji ber wê jî derdora me gelek musikar derketin e. Yanî insaneke ku nizaniya bistirana li ba me weke nîvçe insan bû. Ji bo wê jî min ji musik hez dikir û distirand. Kesên bilûr lêdixistin, kesên mirîdên derwêsan bû, arbane lê dixistin, pirr carî milet dihat ba hev heta nivê sevan, çîrok, meselok-metelok dogotin û dengbêj dirûnistin stran digotin, bilûrvan dirûnistin bilûr lêdixistin, derwês dirûnistin derfê xwe lê dixitin, em jî ji zarokî di nava van de mezin bûn me li gorî wan ewê xwe girt, yanî ez bi kulturî kurdî pirr bas rabûm, heger çendî ne kulturek perwerde jî, em bêjin bingehîn min kultura xwe bas girt. Û li ser wê jî zaroktî min jî dest pêkir û distirand.
Ez hin biçûk bûm, pirr kesan min dikirin himbêza xwe û dixwestin ku ji wan re bistirênim. Carcaran sekirê biqulpik, bi sêv û portaqalan em dixapandim, min ji wan re stiran digot. Di nav cimaetê de dirûnistim, yanî min hez dikir ku di nav cemaetê de rûnim. Vê meselê welê dest pêkir heta li gundê me mekteb çêbû, em çûn mektebê, min ji xwendinê hez dikir, erê bi çendî mekteba bi tirkî bû, bi zimanê tirka bû, zoriya wan jî li ser hebû lê li aliyekî de min di zaroktiya xwe de difikirîm, min digot xwendin tistekî pirr bas e, ji ber ku ger tu li dîn jî dinêrî, di Qur’anê de jî gotiye ilm li ku derê be her li wira bibîne. Vêca li zaroktiya xwe de min li van tistan difikiriya û min dixwest ez bixwînim, yanî ji intellektuelliyê min hez dikir, ji pêsketinê, ji modernbûnê, ji Dunya zanebûnê. Vê carê min li derdorê xwe dinêrî, li gunda, gundiya li milet dinêrî ewana bi min gelek netêr dihatin, yan jî min dixwest tistin bên guhertin, tistin bên guhertin.
Em neh xusk û bira bûn, yekî wan vê sala çûyîn çû rehmetê. Diya min bixwe rehmetiyê, 12 zarok çêkirî, 3 jê mirîne di wextî de. Neh mabûn, yek ji me, birayekî min pênc-ses zarokê wî hebûn, sala çûyin çûyi çû rehmetê. Em man hest kes, em sê xusk û pênc birane. Vêca diya min jî zû çû rehmetê, 1973’ an.